Şofêrên TIRan ên ku ji Silopîya Şirnexê derbasî Kurdistana Iraqê dibin li ber Derîyê Sînor a Xabûrê ji bo fitarê sifra xwe radixin.
Ji ber ku muameleyên li derîyê sînor gelek zêde berdewam dike şofêr gelek caran mecbûr dimînin ku rojîya xwe li derîyê sînor vekin. Şofêrên ku nizanin li kû derî dê rojîya xwe vekin ji bo fitarîyê nanê xwe bi xwe re digerînin û dema ku wextê fitarê dikevîye digel hev fitara xwe vedikin.
Şofêr Metîn Şîmdîyê ku derbarê mijarê de axivî diyar kir, ji ber ku xwarin li xwaringehan gelek zêde biha têt firotin ew xwarina xwe bi destê xwe çêdikin û hewl didin rojîya xwe bigirin.
Şîmdî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew carinan 2-3 rojan di rêzê de dimînin ku divê li xwaringehan xwarin erzantir bê firotin.(ÎLKHA)