Hat ragihandin li Xazneya Efxanistanê êrîşa xwekujîyê hat lidarxistin. Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 4 kesên êrîşkar, 2 polês û kesekî sîwîl jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Wezareta Karên Hundir ê Efxanistanê Nasrat Rahîmî ve daxuyanîyek hat dayîn. Rahîmî di daxuyanîya ku da destnîşan kir di encama êrîşa ku pêk hat de 2 polês û zarokek jiyana xwe ji dest da.

Hêj tu kesî êrîşê li ser xwe negirt.(ÎLKHA)