Serkomarê Îranê Hesen Rûhanîyê li Urmîyê beşdarî vekirina hinek projeyan bû destnîşan kir; ew ê xelkê Îranê digel zextan li ber zordaran serê xwe netewîne.
Rûhanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir “ Bi xewn û xeyalan zen dikirin ku ew ê azemeta Îranê ji rastê rabikin, lê belê di bin wan zext û zordarîyan de em li ser axên xwe pêşveçûnan dibînin. Ev pêşketina me ji bo Qesra Spî bersiva me ye.”(ÎLKHA)