Hat ragihandin li Bahreyna ku lê di sala 2011an de serhildan dest pê kir îhlalên heqan û îşkence berdewam dikin.
Derbarê mijarê de ji teref Neteweyên Yekbûyî ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de ji ber îhlalên mafên însanî yên ku li navendên binçavkirinê û girtîgehên Bahreynê tên kirin îqaz hat kirin.
Di berdewama daxuyanîyê de ji hikûmeta Bahreynê hat xwestin ku ew îşkenceyên ku ji bo îtîrafan tên kirin demildest bên sekinandin û bila ji wan kesên ku hatine mexdûrkirin re jî tazmînat bê dayîn.(ÎLKHA)