Ji ser salvegera îşxalkirina axên Filistînê ya ji teref siyonîstên terorîst ve tam 71 sal derbas bûn. Ji ber vê minasebetê ji teref Rêxistina Efûyê ya Navnetweyî di salvegera Nekbeyê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Ew şert û mercên jiyanê yên ku penaberên Filistînî tê de dijîn pir giran in.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, “îsraîl  wî heqî nade wan Filistînîyên ku di sala 1948an de ji welatên xwe hatine derxistin vegerin welatê xwe ku ev yek bi şikleke eşkere îhlalkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ji ber vê îhlala ku tê kirin penaberên Filistînî yên li herêmê bi salan gelek zêde êş û elemên mezin dikşînin.”

Midûrê bernameyên li Filistînê yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Wedda Assaf destnîşan kir “ Ev zêdetirî 70 salan e ku îsraîl Filistînîyan ji axên wan dûr xist û nahêle ku ew vegerin welatê xwe.”

Phîlîp Lutherê  Midûrê Yekîneya Qezenckirina Destekê û Lêkolînên Herêma Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn ê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî derbarê mijarê de diyar kir “Ew şert û mercên jiyanê yên ku penaberên Filistînî tê de dijîn pir giran in.”(ÎLKHA)