Emîr Xatemîyê Wezîrê Parastinê yê Îranê derbarê rageşîya di navbera Îran û Amerîkayê de nirxand. Xatemî di nirxandina ku kir de destnîşan kir komployên Amerîka her tim vala derketine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Amerîka û cepheya siyonîst vêcar dê tehma têkçûnê binêrin.”

Xatemî di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser gefxwarinên leşkerî yên Amerîka  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Amadehîyên leşkerî û parastinê yên Îranê têra temamê tehdîd û gefxwarinan dike.  Ji ber ku planên Amerîka yên kirêt ên li herêmê biser neketin vêcarî ji hêla îqtîsadê ve êrîşî xelkê me dike. Amerîka û cepheya siyonîst dê tehma têkçûnê binêrin.”(ÎLKHA)