Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PAR li Bîngolê beşdarî bernamea fitarê bû. Saglam di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de balan kişand li ser sazîya malbatê û rewşa nebaş a ciwanîyê.
Saglam di destpêka axavtina xwe de qala 2 qîzên ku di çem de xeniqîn û aqilavêtina qoricîyekî û di encama vê yekê de kuştina 2 kesên ji malbata xwe kir û ji bo wan kesên ku di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji nasên wan re sebrên cemîl daxwaz kir.
Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji bo problem û kêşeyên li Tirkîyê û cîhanê çareserîyan pêşnîyaz dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji rojên zor û zehmet derbas dibin. Ne tenê li welat û herêma me bi heman awayî ev bi salan e ku li cîhanê jî zehmetî û problemên mezin rû dane. Em him hewl didin probleman tespît bikin û ji alîyê din ve jî em hewl didin ku van probleman çareser bikin. Lê belê ji ber ku dewlet teşhîsan xelet dike ev yek fêde nake û problem nayên çareserkirin û zêdetir dibin.”
“Em dibêjin problem çi qas mezin be bila bibe ferq nake ger teşhîs rast bê kirin ew ê problem bi hêsanî bê çareserkirin”
Saglam di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser 2 qîzên ku di çem de xeniqîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di van çend rojên dawî de çend hewadîsên elemnak pêk hatin ku yek ji wan xeniqîna 2 qîzan a di çem de û ya din jî di encama xerabûna psîkolojîya bavekî de tiştên ku pêk hatin. Ez ji Xwedê ji bo wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmet û ji bo nasên wan jî sebrê teleb dikim. Em ji roja ewil ve dibêjin: Xweda însan xuliqandin. Dema ku xuliqand digel wan kitêbek şand û ji însanê ewil re wezîfeya pêxembertîyê da. Xweda ji me re beyan kiriye ger me li vê dinyayê li gor emr û fermanên Wî hereket bikin ew ê ev dinya ji me re bibe cennet û her wisa ew ê axreta me jî xelas bibe. Ji ber ku însan li gor vê reçeteya ku ji teref Xwedê ve hatiye şandin hereket nakin bi hev dikevin. Em dibêjin problem çi qas mezin be bila bibe ferq nake ger teşhîs rast bê kirin ew ê problem bi hêsanî bê çareserkirin.”
“Ger em sazîya xwe ya malbatê muhafeze nekin êdî em ê li van rojan bi xwe jî bigerin”
Saglam di berdewama axavtina xwe de derheqê sazîya malbatê û her wisa nesla heyî de nirxandinan kir û destnîşan kir: “Em ji edaletê gazinan dikin, dibe ku tu kes tunebe ku ji edaletê gazinan nekin. Mixabin rewşa civaka me jî nebaş e.Rewşa malbat û nesla me jî nebaş e. Nesla li ber çavên me ber bi felaketê ve diçe. Ger em sazîya xwe ya malbatê muhafeze nekin êdî em ê li van rojan bi xwe jî bigerin. Di warî wezîfe dikeve li ser milên me.”(ÎLKHA)