Hat ragihandin ji ber 71emîn salvegera îşxalkirina Filistînê ya ji teref siyonîstên terorîst ve, li Londrayê bi beşdarbûna bi hezaran kesan xwepêşan hat lidarxistin.
Kluba Filistînê ya Îngîltereyê ji xwepêşana ku hat lidarxistin re pêşîvantî kir û çendîn sazîyên civaka sîwîl jî piştgirî dan xwepêşanê.
Di xwepêşana ku bi hezarana xwepêşandar beşdarî bûn de Sefîrê Îngîlterê yê Filistînê Husam Zemlet destnîşan ki ew Filistînî him wek gel û him jî wek birêveberî dijberî wê “Peymana Qernê” ne.
Serokê Kuluba Filistînê Hafiz El- Kermî jî di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir bila Îngîltere ji wê xeletîya xwe ya ku bi Deklarrasyona Belfûrê kiriye vegere û ji ber vê xeletîya ku hatiye kirin ji xelkê Filistînê lêborîna xwe bixwaze.(ÎLKHA)