Hat ragihandin li Belçîkayê Redauane Ahrouchê serokê Partîya Îslamî ji ber ku beşdarî bernameyeke televîzyonê ya ku pêşkêşkarê wê pîrek bû nebû jê re cezaya hepsê hat dayîn.
Mehkemeya Brukselê wê helwesta Redauane Ahrouchê serokê Partîya Îslamî ya di bernamê de wek “sûcê cûdakarîya zayendî” wesfand û jê re cezaya hepsê hat dayîn.
Ahrouchê ku derbarê mijarê de axivî, destnîşan kir dawî li karê wî ya ajovantîyê hatiye anîn û ew ev salek e ku tê mexdûrkirin.
Ahrouch destnîşan kir ew parêzerekî nabîne ku di mehkemê de ew bê parastin û ji bo vê yekê jî tu parêzer xwe nadin ber vê yekê.(ÎLKHA)