Lijneya Hilbijartina Bilind qerarnameyeke ku tê de esasên derbarê hilbijartina ku dê di 23yê Hezîranê de li Stenbolê bê tertîpkirin hene weşand. Li gorî qerara ku hat weşandin ew ê serokên lijneya sindoqan ên ku dê di hilbijartinan de bên wezîfedarkirin ji wezîfedarên kamûyê bên wezîfedarkirin.
Hûn dikarin ji ser malpera Lijneya Hilbijartina Bilind a http://www.ysk.gov.tr yê li temamê esasên derbarê hilbijartina ku dê di 23yê Hezîranê de li Stenbolê bê tertîpkirin binêrin.(ÎLKHA)