Hat ragihandin Xalîfe Hafterê serokê hêzên çekdar ên li rojhilata Lîbyayê yê ku Amerîka û hinek welatên Ewrûpayê destekê didinê  û bi vê destekê êrîşî Trablûsa paytexta Lîbyayê dike di nav mehekê de 2 caran çû serdana Sîsîyê darbeker.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref darbekerên Misirê ve hatiye belavkirin General Hafter û Abdulfettahê es-Sîsîyê darbeker li Qahîrêyê hevdîtin kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew ê Sîsî wek her car destekê bide Hafter.(ÎLKHA)