Ehmed El-Kurdî Wezîrê Malbatê yê Filistînê û lijneya pê re ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê Mesûlê Pêwendîyên Derve yê HUDA PARê Mehmet Eşîn û Serokê Bajêra Stenbolê Erdal Elîbuyuk ve hat pêşîwazîkirin. Di hevdîtina ku nêzî seatekî berdewam kir de geşedanên herî dawî yên li Filistînê hatin gotûbêjkirin.
Ehmed El-Kurdî Wezîrê Malbatê yê Filistînê di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir ji roja ku Meşên Mezin ên Vegerê dest pê kirine vir ve di wan êrîşên siyonîstên terorîst de 30 hezar Filistînî birîndar bûn.
“Em qala 30 hezar kesên birîndar dikin”
El Kurdî di berdewama axavtina xwe de diyar kir siyonîstên terorîst her roja ku derbas dibe êrîşên xwe yên li ser Xezzê zêdetir dikin û re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Pîrek, zilam, zarok hemû kes meşên xwe yên aştîyane didomînin. Ev meş ji bo dawî li wê zilma ku li ser Xezzê ne bê anîn tên kirin. Însan dema ku dimeşin li ser wan çek qet tune ye; lê belê dîsa ew siyonîst bi xaz û bombeyan êrîşî wan dikin. Em qala 30 hezar kesên birîndar dikin. Nifûsa Xezzê 2 milyon e. Ev hejmar li gorî nifûsa Stenbolê pir kêm e, lê belê ligorî ya Xezze hejmareke pir zêde ye.”
“Filistîn rojeva me ya ewil e”
Alîkarê Serokê Giştî yê Mesûlê Pêwendîyên Derve yê HUDA PARê Mehmet Eşîn jî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir Filistîn ji bo wan meseleya ewil a rojevê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Filistin rojeva me ya ewil e. Pêwendîyên me ya bi birayên me Filistînê re hêj mêj ve hene û van salên dawî ji ber ku birayên me yên Filistînî hatin Tirkîyê ev pêwendîyên me baştir bûn.Me wek partîyê ji xwe re 4 xalan esas girt. Ew jî ev in: hemû karên ku dê em ê bikin divê Îslamî bin, divê li gor feydeya ummetê bin, divê qerara me bixwe bin û divê li gorî derfeta me be ango divê em karibin ji heqî derkevin. Ji ber vê yekê dema ku em ji Filistînê re dibin alîkar em van xalan li ber çavan digirin.”
Serokê Bajêra Stenbolê Erdal Elîbuyuk jî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir, meseleya Filistînê hişyarbûna ummetê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lewra ew cihê ku ummet lê ketiye Filistîn e û înşallah ew ê cardin cihê ku dê jê rabe ew der be. Serxwebûna Filistînê dê serxwebûna ummetê bîne.”(ÎLKHA)