Ji teref Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu ve derbarê betalkirin û nûkirina hilbijartinên Stenbolê de daxuyanîyek hat dayîn.

Karamollaoglu di daxuyanîya ku belav kir de ji qerara Lijneya Hilbijartina Bilind re bertek nîşan da û destnîşan kir “Ev qerara LHByê binpêkirina rêzikên hiqûqê ye. Ev yek facîa ye û wek cinayetê ye. Me hêj derbarê hilbijartinên Stenbolê de qerarek nedane. Piştî îstîşareyê em ê qerara xwe ya Stenbolê parve bikin.(ÎLKHA)