Nacî Serhanê Wekîlê Wezîrê Îskan û Avadanîyê yê Filistînê derbarê êrîşên siyonîstên teorîst û îşxalker de daxuyanî da. Serhan di daxuyanîya ku da de derbarê wan kesên ku malên wan xera bûye de nirxandinan kir.

Serhan destnîşan kir ew ê bi alîkarîya wan kesên xêrxwaz ji wan kesên ku mala wan di êrîşên siyonîstên terorîst de xera bûne re  hezar dolar alîkarî bê kirin.

Serhan di daxuyanîya çapemenîyê ya ku li ser enqaza El-Xaznedarê tertîp kir de destnîşan kir siyonîstên terorîst  bi dehan tesîs, atolye, ticaretxane û ofîsên medyayê xera kirin.(ÎLKHA)