Li Misirê mehkemeya bilind serîlêdana temyîzê ya 39 kesên ku di bergeha doza “Leşkerên Misirê” de dihatin darizandin red kir û cezaya îdamê ya 13 kesan tesdîq kir.

Mahkemeya Cezayê ya Gîzayê di encama darizandina ku hatibû kirin de ji 13 kesan cezaya îdamê, ji 17 kesan cezaya muebbetê, ji 2 kesan re cezaya 15 salane û ji 5 kesan re jî cezaya 7 salane dabû. Di îddîanameya ku hatibû amadekirin hatibû îddîakirin ku kesên bersûc gelek wezîfedarên ewlehîyê kuştine û hinek ji wan jî birîndar kirine.(ÎLKHA)