Welatîyên ku li gundên Tarbasan û Derenazîka Bîngolê pez xwedî dikin, heywanên xwe li çêrgeha gund diçêrînin. Şivan digel ku meha remezanê be jî ew zehmetîyê jî bikşînin îbadetên xwe îhmal nakin.
Ji ber ku îsal zivistan dijwar û bi zehmet derbas bû kesên ku heywanan xwedî dikin pêzê xwe nikaribûn bibin zozanan. Ji ber vê yekê kesên ku heywanan xwedî dikin pêzên xwe li çêrgeha gund diçêrînin.
Habîb Karakuzuyê ku bi salan li gundê Derenazîkê şivantîyê dike destnîşan kir ew rojîya xwe ya ewil a vê salê li derve li ber heywanan vekiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xwedîkirina heywanan karê herî bi zehmet ê cîhanê ye, lê belê karekî helal e. Sala borî di van wextan de em li zozanan bûn. Ji ber ku îsal berf hêj heye û dinya sar e îsal me neçûn zozanan. Em ê li vê derê 15 rojan rojî bigirin û dû re biçin zozanan. Ji bo ku heywanên me baş bibin em ê bi lez û bez biçin zozanan. Em ê biçin zozanên bi navê Şerafettîn û Kartala Serê Kanîyê. Niha em heywanên xwe li çêrgeha gundê xwe diçêrînin. Em ê li vê derê rojîya xwe ya ewil vekin.”
Ercan Elgormuşê ku li gundê Tarbasanê dijî û li çêrgeha gund heywanan diçêrîne destnîşan kir ji ber ku zozan bi berfê girtîye em li vê derê ne û em niha rojîya xwe ya roja ewil li vê derê vedikin.
“Digel temamê zehmetîyan em rojîya xwe digirin”
Elgormuş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji biçûkayîya xwe ve heywanan xwedî dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêj berf li wan zozanên ku em her sal diçûnê heye. Digel ku ev kar bi zehmet be jî ez rojîyê xwe digirim û îbadetên xwe dikim. Ez 40 salî me, ji 10 salîya xwe ve vî karî dikim. Ev kar parîkek zehmet e, lê belê em mecbûr in ku bikin. Heqê nanê me ye. Em ê di meha remezanê de gelek zêde zehmetîyê bikşînin, em vê yekê dizanin. Me rojîya xwe ya roja ewil li ber pêz digel hevalên xwe vekir. Xweda qebûl bike.”
“Em ê îsal bi derengî biçin zozanan”
Elgormuş di dawîya axavtina xwe de diyar kir îsal berf zehf e ku ew ji ber vê yekê hêj neçûne zozanan û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Nêzî metroyek berf barîya. Em ê hêj 15-20 rojan li vê derê bin û dû re em ê bidin rê. Encax 35 roj şûnde em dikarin bigihijin zozanan.”(ÎLKHA)