Ji teref Serokê Şaxa Sîyasî yê Hareketa Berxwedana Îslamî Îsmaîl Henîyye ve hat destnîşankirin ji bo ku sukunet bê tesîskirin divê rejîma îşxalê li gor peymanê hereket bike.

Henîyye di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ji bo ku agirbest vê îlankirin û ev agirbest ji bo ku karibe bê parastin divê rejîma îşxalê li goroî peymanê hereket bike.

Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir rejîma îşxalê li gorî peymanê hereket nake û hewl dide wext qezenc bike ku ev yek dibe sedema rageşîyê. Henîyye dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Li dijî van êrîşên rejîma îşxalê, di serî de Tugayên El-Qassamê yên Îzzeddîn û her wisa temamê hêzên berxwedanê wezîfeya xwe bi cî tînin.”

Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de remezana ummeta Îslamê tebrîk kir û destnîşan kir, berxwedana Îslamî bi qehremanî û egîdîyeke mezin bersiv daye êrîşan.(ÎLKHA)