Avrupa Yetîm Elîyê ku sazîyê alîkarîyê ya navnateweyî û li welatên bi navê Tirkîye, Swêd, Îtalya, Fransa, Kanada, Avusturya, Danîmarka û welatên Balkanan şaxên wê hene di bergeha xebatên alîkarîyê yên meha remezanê de xebatên xwe yên li Tirkîyê didomîne.

Hat diyarkirin Avrupa Yetîm Elîyê ku berî niha li Diyarbekirbekir û Xarpêtê xebatên alîkarîyê kiribû  vêcar jî li Bagcilar û Başakşehîra Stenbolê dest bi belavkirina alîkarîyan kir.

Nurullah Gunaydinê Koordînatorî Tirkîyê yê Avdrupa Yetîm Elî  derbarê xebatên ku ew ê di meha remezanê de bikin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.  Gunaydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê xebatên wan bes ne li Tirkîyê bi heman awayî li welatên mîna Efrîka, Balkan û Asyayê jî bê kirin.

Gunaydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê di meha remezanê de xebatên xwe yên alîkarîyê bidomînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Înşallah em ê di meha remezanê de li bajarên ku berî niha hatine diyarkirin paketên erzaqê belav bikin, cilan li êtîman bidin xwekirin, xwarina fitarê bidin xwarin. Ew ê xebatên me yên alîkarîyê bes ne li Tirkîyê bin, bi heman awayî li welatên bi navê Asya, Afrîka, Balkanan jî xebatên me yên alîkarîyê bê kirin.”

Gunaydin di dawîya daxuyanîya xwe de ji bo xêrxwazên ku dê ji wan re bibin alîkar destnîşan kir, kesên xêrxwaz ên ku dixwazin ji ser malpera www.avrupayetimeli.com ê û ji ser nimreya ve 0507 175 55 00ê bi me re bikevin pêwendîyê û alîkarîyên xwe bikin.(ÎLKHA)