Li gorî agahîyan di êrîşên ku ji roja înê vir ve ji teref siyonîstên terorîst û îşxalker ve li Xazzê tên kirin de her ku diçe hejmara şehîd û birîndaran zêde dibe. Li gorî agahîyên dawî di encama êrîşên ku 3 rojan berdewam kirin de 26 Filistînî şehîd bûn û 150 Filistînî jî birîndar bûn.

Derbarê van êrîş û qetlîamên ku ji teref siyonîstên terorîst ve hatin kirin de ji teref Fewzî Berhûmê Berdevkê Hamasê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Berhûm di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir ew ê destûr nedin ku siyonîstên terorîst xwîna Filistînîyan birjînin  û ger siyonîstên terorîst êrîşên xwe bidomînin ew ê bersiveke berfirehtir ji wan re bidin.(ÎLKHA)