Di encama hilbijartinên ku di 31ê Adarê hatin kirin de namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû û AK Partîyê ji encaman re îtîraz kiribû.

Dozgerî derbarê îddîayan de lêpirsîn da destpêkirin ku îfadeya 100 kesên ku wezîfedarên sindoqan bûn girt.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di daxuyanîya ku roja şemîyê dabû de destnîşan kiribû divê hilbijartin bên nûkirin.

Serokê MHPê Bahçelî jî gotibû “Em terefdar in ku hilbijartinên Stenbolê bên nûkirin.”(ÎLKHA)