Li Karakopruya navçeya Rihayê doh 4 zarokên ku ber êvarî ji mala xwe derketibûn winda bûbûn ku ji doh êvarî ve xebat hatibûn destpêkirin da ku zarokên windabûyî bên dîtin. Di encama xebatên ku nêzî 12 seatan berdewam kirin de 4 zarokên ku winda bûbûn li mala şînê ya gund hatin dîtin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li gundê Buyuk Alanliya girêdayê Karakopruya navçeya Rihayê doh 4 zarokên ku ber êvarî ji bo berhevkirina behîvterkanji mala xwe derketibûn winda bûbûn ku ji doh êvarî ve xebat hatibûn destpêkirin da ku zarokên windabûyî bên dîtin. Di encama xebatên ku nêzî 12 seatan berdewam kirin de 4 zarokên bi navê Kubra A., Mustafa A., Fatma K. û Alî K yên ku winda bûbûn li mala şînê ya gund hatin dîtin.
Zarokên ku winda bûbûn piştî kontrola tenduristîyê ji malbatên xwe re hatin teslîmkirin.
Malbatên ku zarokên wan hatin dîtin gelek zêde kêfxweş bûn û ji rayedaran teşekur kirin.(ÎLKHA)