Hat ragihandin otobusa rêwîyan a ku ji Rihayê ber bi Mêrsînê ve diçû ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li Edenê qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûn.
Qeza li Çukurovaya Edenê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a bi plaqeya 63 BB 553 a ku ji Rihayê ber bi Mêrsînê ve diçû ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li Edenê qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesên bi navê Ahmet Dogan û Fevzî Denîz jiyana xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)