Hat ragihandin li Reşadîyeya Tokatê otobusa kesên ku çûbûn tazîyê vediguhast di rêya vegerê de qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin nasên kesekî ku li Guvenlîka gundê Reşadîyeya Tokatê jiyana xwe ji dest dabû ji bo şînê ji Stenbolê hatin. Otobusa kesên ku çûbûn tazîyê vediguhast di rêya vegerê de li nêzî mewqîya Delîceyê qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)