Ji teref Qesra Spî ve hat destnîşankirin, Serokê Amerîka Donald Trump amadehîyan dike ku Îxwanul Muslîmîn bixe nav “lîsteya terorê.” Derbarê mijarê de Teşkîlata Îxwanul Muslîmîn diyar kir ev yek ji teref Trump û Sîsî ve tê xwestin.
Ji teref rayedarekî payebilind ê Amerîkayî ve hat diyarkirin Sîsî ji Trump daxwaz kiriye ku Teşkîlata Îxwanul Muslîmîn bê xistin nav “lîsteya terorê” û ji bo vê yekê Sîsî li Washingtonê bi Trump re hevdîtineke taybet kiriye.(ÎLKHA)