Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ji bo ziyaretinan çû Kurdistana Başûr bi bi Serokê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistanê û  Serokê berê yê Birêveberîya Herêmî yê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.

Îshak Saglam û lijneya pê re ji teref Barzanî ve hatin pêşîwazîkirin û hevdîtineke berfireh hat kirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de rewşa dawî ya siyaseta Tirkîyê, geşedanên herêmî hatin nirxandin û derbarê problemên ku xelkê Kurd pê re rû bi rû maye gotûbêj hat kirin.

Barzanî ji ber ziyareta ku hat kirin kêfxweşîyên xwe anî zimên û ji Îshak Saglam û lijneya pê re teşekur kir û ji HUDA PARê serkeftin xwest.

Saglam bi xwe jî ji Barzanî re di xebatên wan de serkeftin daxwaz kir û jê re teşekur kir.(ÎLKHA)