Hat ragihandin lijneyek ji Partîya Komela Îslamî ya Kurdistanê, Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ziyaret kir.
Lijneya Partîya Komela Îslamî ya Kurdistanê doh beşdarî bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin bû. Lijne îro jî Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ziyaret kir.
Lijneya ku Mamoste Falah Mustafa Rekanî jê re serokatî dikir li Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê hat qebûlkirin. Di ziyareta ku hat kirin de Rekanî derbarê xebatên xwe yên li Kurdistana Iraqê de agahî da.
Saglam ji ber ziyareta ku hat kirin kêfxweşîya xwe anî zimên û di xebatan de serkeftin ji bo wan daxwaz kir.
Rekanî jî ji ber ku ew hatine ezimandin ji Saglam re teşekur kir û jê re serkeftin xwest.(ÎLKHA)