Serokê El Fetîhê Mahmud Abbas bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribû ew amade ye bêşert û merc bi Netanyahuyê terorîst re hevdîtinê bike.
Ji ber vê daxuyanîya Abbas ji teref ji berdevkên Hamasê Fevzî Burhum ve daxuyanîyek hat dayîn. Burhum di daxuyanîya ku belav kir de ji Abbas re bertek nîşan da û destnîşan kir; ev xwesteka hevdîtinê ya Abbas a bêşert û merc a bi siyonîstên terorîst re ji xelkê Filistînê re heqaret e.
Burhum di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir birêveberîya El Fetîhê hêj bêberamber tawîzan dide siyonîstên terorîst ku ev tavîzên ku heta îro hatine dayîn Filistînê xistiye rewşa îro ya xerab.
Doh Serokê El Fetîhê Mahmud Abbas bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribû ew amade ye bêşert û merc bi Netanyahuyê terorîst re hevdîtinê bike.
Ji ber vê daxuyanîya Abbas ji teref berdevkên Hamasê Samî Ebû Zuhrî ve daxuyanîyek hatibû dayîn. Zuhrî di daxuyanîya ku belav kiribû de ji Abbas re bertek nîşan dabû û destnîşan kiribû; ev daxuyanî gelek tiştan tîne bîra mirovan.(ÎLKHA)