Amerîka berî vê çendakî Muhafizên Şoreşê yê Îranê kiribû lîsteya terorê ku meclîsa Îranê doh bi vê rojevê civîya û deheqê hêzên Amerîka de qerarek da.
Pêşnûmaya ku tê de hêzên Amerîka wek terorîst tên qebûlkirin doh pêşkêşî meclîsa Îranê hat kirin. Di encama dengdayîna ku hat kirin de pêşnûma bi 204 dengan hat qebûlkirin û hêzên Amerîka wek terorîst hatin qebûlkirin.(ÎLKHA)