Hat ragihandin hevdîtinên aştîyê yên Efxanistanê yên di navbera Talîban û hikûmeta Efxanistanê dê di navbera dîrokên 19-21ê Nîsanê de li Dohaya paytexta Qatarê bên kirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê Talîban, rayedarên Efxanî, siyasetmedarên muxalif û rêxistinên civaka sîwîl beşdarî hevdîtinan bibin.
Hevdîtinên herî dawî li di meha sibatê de li Moskovayê hatibûn kirin.
Talîban li Efxanistanê zêdetirê nîvê 407 herêmên Efxanistanê xistiye bin kontrola xwe.(ÎLKHA)