Doh ji teref Koordînatorîya Bajêra Êlihê a Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameya bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” hat tertîpkirin.  Xelkê Êlihê hêj berîya destpêka bernamê bi çend seatan berê xwe da qada bernamê ya li kêleke otogarê.

Berî ku bername dest pê bike hûnermendan îlahîyan bi deng kirin, selewat û tekbîr hatin anîn. Xelkê Êlihê ji bernaya ku di seat 13.30î de dest pê kir re eleqeyeke mezin nîşan dan.

Bernameya ku di seat 13.30î de dest pê kir ji teref Rehber TV zindî hat weşandin. Di bernamaya ku hat tertîpkirin derbarê ehemîyeta rojê de axavtin hatin kirin. (ÎLKHA)