Evîndarên Pêxember li Êlihê bi coşeke mezin xwe berdan qadê û beşdarî bernameya bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bûn û muhabbeta xwe ya Muhammedî nîşan dan.

Doh ji teref Koordînatorîya Bajêra Êlihê a Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameya bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” hat tertîpkirin.  Xelkê Êlihê hêj berîya destpêka bernamê bi çend seatan berê xwe da qada bernamê ya li kêleke otogarê.

Berî ku bername dest pê bike hûnermendan îlahîyan bi deng kirin, selewat û tekbîr hatin anîn. Xelkê Êlihê ji bernaya ku di seat 13.30î de dest pê kir re eleqeyeke mezin nîşan dan.

Bernameya ku di seat 13.30î de dest pê kir ji teref Rehber TV zindî hat weşandin. Di bernamaya ku hat tertîpkirin derbarê ehemîyeta rojê de axavtin hatin kirin.

Alimên ku beşdarî bernamê bûn derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn destnîşan kirin  Hazretî Muhammed muqaddesatê hevpar ê însanetîyê ye.

 “Hazretî Muhammed muqaddesatê hevpar ê însanetîyê ye”

Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Muhammed Beşîr Varol derbarê mijarê de diyar kir divê Misliman li dora muqaddesatên hevpar bicivin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez mewlûda temamê Mislimanan pîroz dikim. Xweda vê rojê ji bo me, Mislimanan  û temamê alema Îslam û însanetîyê bike wesîleya xêran û bike wesîleya wehdet û hişyarbûna Mislimanan.  Îro rojeke pir mezin e. Lewra Xweda di rojeke wisa de Hz. Muhammed ji aleman re wek rahmet şandiye.  Divê Misliman li dora muqaddesatên hevpar bicivin. Hazretî Muhammed li ba temamê însanan muqaddesateke hevpar e. Lewra Pêxember efendîyê kaînatê ye, ev yek di Qur’anê de wisa ye. Ger Misliman ehemîyetê bidin van muqaddesatên xwe yên hevpar ev yek dê bibe wesîleya wehdetê. Ji ber vê yekê divvê em ehemîyetê  bidin van rojên  wisa û em werin ba hev.”

Varol di dawîya axavtina xwe de diyar kir; îro dijminên Îslamê dixwazin Hazretî Muhammed bi Mislimanan bidin jibîrkirin û dû re weha dawî li axavtina xwe anî: “Ji ber vê yekê divê Misliman ji her wextî zêdetir li Hazretî Pêxember xwedî derkevin.

Çend alimên din ên ku derbarê mijarê de axivîn, ji ÎLKHAyê wisa nirxandinan kirin:

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Enwer Kiliçarslan: “ Bi hatina Pêxember biratîya Îslamê hakim bû, ne ya xwînê. Rêya xelasî, aramî û xweşîyê ji tabîbûna  rêya Pêxember derbas dibe.

Alimê Sûrîyeyî Mela Seîd Mahmûd: “Bi hatina Hz. Muhammed em ji delalet û şîrkê xelas bûn.”

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Abdurrahman Îşlek: “ Selahaddîn Eyyûbî  Mislimanan bi bernameyên Mewlûdê hişyar kir.”(ÎLKHA)