Hat ragihandin Avrupa Yetîm Elîyê ku berî vê çendakî hatibû damezrandin li Yemenê dest bi xebatên alîkarîyê kir û li Yemenê ji kesên feqîr û jar re alîkarî belav kir.
Avrupa Yetîm Elîya ku di navbera kesên feqîr, jar, bêkes û xêrxwazan de wezîfe pira îxlasê pêk tîne bi kampanyaya Alîkarîya Bi Lez a ji bo Yemenê, li herêmên pevçûnê yên Yemenê ji bi sedan malbatên feqîr û ji alîkarîya re mûxtac re alîkarî belav kir.
Derbarê xebatên alîkarîyê yên ku li Yemenê hatin kirin de ji teref komeleyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin de hat diyarkirin “Em bes ji bo alîkarîyan navbeynkarîyê dikin. Xêrxwaz bi xwe ne mimkûn e ku alîkarîyên xwe bigihijînin van derên wisa dûr. Lê belê em ji ber ku organîzasyoneke alîkarîyê ya navneteweyî ne em dibin wesîle ku xêrxwaz alîkarîyên xwe bigihijînin çar alîyê dinyayê. Ji bo wan kesên ku dixwzin ji Yemenî û ji kesên din re alîkarîyê bikin re û diaya wan xêrê bistînin re derîyê komaleya me vekirîye. Em her tim amade ne di belavkirina temamê alîkarîyên xêrxwazan de wezîfe bigirin.”
Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin ew wek komele xebateke alîkarîyê ya bi navê “Werin em dilan xweş bikin” ji bo zarokên dinyayê yên ku birçîne dane destpêkirin û zarok bi hêvîyeke mezin li benda alîkarîyan in.(ÎLKHA)