Doh ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li kêlaka otogarê bernameyeke bi navê “ Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” hat tertîpkirin. Xelkê Êlihê eleqeyeke mezin nîşanî bernameya ku hat tertîp kirin  da.

Piştî bernameya ku hat tertîpkirin re ji teref Fevzî Aydinê Serokê Medya û Danasînê yê Weqfa Evîndarên Pêxember ve peyama spasîyê hat weşandin.

Aydin di peyama ku weşandin de ji temamê kesên ku keda wan di amadekirin û tertîpkirina bernamê de heye re teşekur kir.

Aydin di berdewama peyama xwe de diyar kir ji ber ku bi şikleke bêproblem bername hatiye tertîpkirin ew kêfxweş û şad in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Êliha ku Evîndarê Pêxember e cardin weke her car tiştekî xweş û baş kir. Hêj çend seat ji bernamê re mabû ku xelkê Êlihê û xelkê li bajarên derdorê hatin qada bernamê. Bernameya me pir xweş derbas bû û di bernamê de gelek selewat û tekbîr hatin anîn. Nexasim em ji wan kesên ku keda wan di amadekirina vê bernamê de heye re spas dikin. Xweda ji hemû kesî razî be.”(ÎLKHA)