Li Sûdanê berî vê çend rojan di encama xwepêşanên ku bi rojan hatin lidarixistin de darbeya leşkerî hat kirin û îdareya welêt ket destê  leşkerîyê.

Avad bîn Avfê Serokê Konseya Derbasbûnê ya Leşkerî û Wezîrê Parastinê yê Sûdanê bi dilê xwe dev ji wezîfeya xwe berda û dû re Abdulfettah el-Bûrhan hat li ser îdarê.

Ji ber ku Avf îstîfa kir xelk kêfxweş bû. Li Sûdanê niha qedexeya derketina derve heye, lê xelk guh nade vê qedexê û ji kolanan venaqete.

Xelkê ku li kolanan xwepêşana xwe didomîne teleb dike ku heyama derbasbûnê ji hikûmeteke sîwîl re bê dayîn.(ÎLKHA)