Hat ragihandin li Elbaka Wanê li ber sînora Îranê termê 6 mêrên ku tê diyarkirin ji ber sermayê mirine hat dîtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh derdora seat 14.00an de li Elbeka Wanê termê 2 zilaman hat dîtin. Ji ber îxbara ku hat kirin cendirme çûn cihê bûyerê û lêkolîn û tehqîqatê kirin.

Di encama tehqîqata ku hat kirin de di newalekê de termê 4 zilmên din ên ku ji ber sermayê mirine hat dîtin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ve daxuyanîyek hat dayîn.

Bîlmez di daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir kesên ku jiyana xwe ji dest dane penaber in û welatê kesên ku termên wan hatiye dîtin hêj nehatiye tespîtkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Temena kesên ku jiyana xwe ji dest dane di navbera 20-25an de ye û weke ku ji meselê tê fêmkirin tev di demsala zivistanê de ji ber sermayê mirine û piştî ku berf helîyaye re cesed derketine holê.”(ÎLKHA)