Hat ragihandin Lijneya Hilbijartina Bilind qerar da ku mazbataya HDPyîyê ku bi KHKyê ji wezîfeya xwe hatibû dûrxistin ji namzedê AK Partîyî yê ku di hilbijartinê de bûbû duyemîn re bê dayîn.
Di hilbijartinên herêmî yên ku hatin kirin de li Rezana Diyarbekirê Zeyyat Ceylanê namzedê HDPê ji sedî 70,23 û Huseyîn Beyogluyê namzedê AK Partîyê jî ji sedî 25, 46 deng standibû.(ÎLKHA)