Hat ragihandin li Enqerê derbarê 84 polêsên ku 13ê wan hêj li ser wezîfê ne de qerara binçavîyê hat dayîn. Tê diyarkirin qerara binçavîyê ji ber belavkirina pirsên îmtîhana polêsan a ku di sala 2010an de hat tertîpkirin hatiye dayîn.
Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de li 31 bajêran operasyona hemwext hatin lidarxistin û di operasyonan de 75 kesên şikdar hatin binçavkirin û ji bo kesên din jî bên binçavkirin operasyon berdewam dikin.(ÎLKHA)