Hat ragihandin Talîban li herêmên ku li Efxanistanê di bin kontrola wan de ne bi hinceta “hinek çalakîyên şikdar” xebatên Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê û Xaçasor da sekinandin û ewlehîya xebatkarên rêxistinên ku qala wan hat kirin jî hat rakirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Talîbanê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “ Li wan herêmên ku di bin kontrola Fermandarîya Îslamî de ne temamê xebatên van her du rêxistinan heta fermanekî din hatine rawestandin. Mucahîd dê ji muhafezekirina serokên van rêxistinan mesûl nebe.”

Talîban li Efxanistanê zêdetirî nîvê 470 herêman xistiye bin kontrola xwe.(ÎLKHA)