Hat ragihandin piştî kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnameger Almanya firotina çekan a ji Sûidîyan re sekinandibû ku Almanya ji vê qerara xwe vegerîya û dîsa dest bi firotina çekan a ji Sûidîyan kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Serokwezîra Almanya Angela Merkel  û gelek zêde wezîr di Konseya Ewlehîya Fedaral de civîneke veşartî kirin û qerar dan ku ji 6 welatan çek bên teslîmkirin. Hat hînbûn di nav van 6 welatan de Sûid û Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereban hene.

Almanya piştî kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnameger firotina çekan a ji Sûidîyan re sekinandibû.(ÎLKHA)