Li Sûdanê, Wezîrê Parastinê Orgeneral Avad Muhammed Ahmed bîn Avf doh destnîşan kiribû, Serokê Dewletê Omer el Beşîr ji wezîfê hatiye dûrxistin û ew hatiye girtin û li welêt heta mehekê piştî seat 22.00an heta 04.00an derketina derve hatiye qedexekirin.
Piştî darbeya leşkerî ya ku li Sûdanê hat kirin re digel qedexeya derketina derve bi hezaran xwepêşandar daketin kolanan û xwepêşanên xwe domandin.
Xwepêşandarên ku daketin kolanan destnîşan kirin; Konseya Leşkerîyê ya Derbasbûnê parçeyeke heman rejîmê ye û ew ê kolanan terk nekin.(ÎLKHA)