Ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ji bo herêmên bakurê Kirklarelî û Tekîrdagê hişyarîya barana zêde ji bo rojavayabaşûr a Marmarayê û ji bo qeraxên Egeya Bakur hişyarîya bayê bi qewet har kirin.

Li gorî nirxandinên dawî yên ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve hatine kirin; li herêma Marmara, Ege, rojavaya bakurê Anatolîya Navîn, Behra Reş a Rojava, herêmên hundir ên Behra Reş a Navîn û Rojhilat, bakûrê Anatolîya Rojhilat, derdorên Sêwasê, navçeyên bakûr û rojava yên Entalyayê baran dê tesîra xwe zêde bike.(ÎLKHA)