Hat ragihandin Lijneya Hilbijartina Bilind taloq da hevdîtina xwe ya serîlêdana ku ji bo betalkirina hilbijartina Buyukçekmeceya Stenbolê hatibû kirin.
AK Partî berî vê çend rojan bi hinceta qeyda hilbijêrên bêûsil serî li YSKyê dabû da ku hilbijartin bên betalkirin.
YSK doh ji bo vê yekê civîn li dar xist. Di encama civîna ku hat kirin de Lijneya Hilbijartina Bilind taloq da hevdîtina xwe ya serîlêdana ku ji bo betalkirina hilbijartina Buyukçekmeceya Stenbolê hatibû kirin.
7 endamên esîl û 4 endamên cîgir ên YSKyê hene. Qerara ku hat dayîn bi 6 dengan hat dayîn.(ÎLKHA)