Hat ragihandin li Dîyala û Nînovaya parêzgehên Iraqê ji ber barana ku zêde dibare xetereyên lehîyê berdewam dike. Ji ber lehîyê gelek mal di bin avê de man.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji serê heftîyê vir ve li Iraqê bênavber baran dibare. Ji ber barana ku zêde barîya li 100 wargehan lehî rabû û gelek wargeh di bin avê de man.
Ji bo heremên ku jê neft tê derxistin di bin avê de nemînin rayedar tedbîran distînin. Li hinek gundên Dîyalayê xelk mecbûr ma ku malên xwe terk bikin.(ÎLKHA)