Hat ragihandin li Sûdanê darbe hat kirin. Tê diyarkirin artêş dest danî li ser îdarê û Serokê Dewletê Omer el-Beşîr jî binçav kir.

Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Parastinê yê Sûdanê  Îmaduddîn Adawî ve  daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de hat diyarkirin ew ê di nava 2 mehan de hikûmeta demkî bê damezrandin.

Her wisa li welat ji bo 3 mehan rewşa awarte hat îlankirin  û piştî seat 22.00an derketina derve hat qedexekirin.

Serokê Dewleta Sûdanê Omer el-Beşîr hat girtin û ji wezîfeya xwe hat dûrxistin.(ÎLKHA)