Hat ragihandin Julîan Assangayê ku belgeyên Wîkîleaksê weşand ji Balyozxaneya Ekvador a li Îngîlterê hat derxistin û piştî 7 salan hat binçavkirin ku Assang ev bû 7 sal ku stirîbû balyozxanê.
Assange berî niha gelek belgeyên razdar ên Wezareta Karên Derve yê Amerîka û gelek belgeyên din ji ser înternetê dabû weşandin û bûbû sedema nîqaşan.
Polêsê Îngîlîz, Asseng bir navenda Londrayê û heta ku bê derxistin mehkemê dê wî di bin binçavîyê de bigire.
Di daxuyanîya ku ji teref WîkîLeaks ve hat belavkirin de hat diyarkirin Assenge di avahîya Balyozxanê de hat binçavkirin ku ev yek li dijî hiqûqa navneteweyî ye.(ÎLKHA)