Hat ragihandin li Kaduna parêzgeha Nîjeryayê çend kesên êrîşkarên çekdar êrîşî gundekî kirin, di êrîşa ku hat kirin de 20 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku ji teref şahidan ve hatine dayîn; kesên êrîşkar cil û bergên leşkerî li xwe kiribûn û di destên wan de çekên AK-47 hebû.
Gundîyan diyar kirin kesên êrîşkar çawa ketin gund hema ji berê ve di ser gundîyan de berik reşandin.
Tê diyarkirin di encama êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de 20 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)