Abdulhamît Gulê Wezîrê Edaletê ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî bersiv da daxuyanîyên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û rayedarên CHPyî.
Gul di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ji ber îthamên neheq ên Kiliçdaoglu û rayedarên CHPyî mecbûr maye ku vê daxuyanîyê bide: “ Berî niha jî me çendîn caran îfade dkir û got ku bes rayedarekî pêvajoya hilbijartinê heye ku ew jî Lijneya Hilbijartina Bilind e. Çawa ku YSK ji pêvajoya kirina hilbijartinê mesûl be, bi heman awayî ji temamê wan muameleyên ku dê piştî hilbijartinan bên kirin jî mesûl e û xwedî selahîyet û qerarê ye.”(ÎLKHA)