Hat ragihandin li Duzceyê TIR û mînîbusek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser rêya TEMê ya li Duzceyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa ku şofêra wê Bedîr Atiz bû û ji Enqerê ber bi Stenbolê ve diçû û TIRa ku şofêra wê Alîşan Sungun bû li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 jê zarok 6 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)