Hat ragihandin Fatma Gunduza Hevseroka Navçeya Sîlopî ya HDPê bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hat girtin.
Li Silopîya navçeya Şirnexê di 5ê Nîsanê de li dijî PKKê operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyona ku hat lidarxistin de Fatma Gunduza Hevseroka Navçeya Sîlopî ya HDPê û 2 kesên bi navê Emîne Ozek û Bahîye Nayir bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hatin binçavkirin.
Bersûc doh êvarî hatin sewqkirin dadgehê.
Emîne Ozek û Bahîye Nayir bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hatin binçavkirin bi şerta kontrola edlî hatin berdan û Fatma Gunduza Hevseroka Navçeya Sîlopî ya HDPê jî bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hat girtin.(ÎLKHA)