Erdogan berî ziyareta xwe ya Rûsyayê li Balafirgeha Stenbolê mijarên di rojevê de nirxand. Erdogan di daxuyanîya ku derbarê hilbijartinan de da de destnîşan kir “Temamê hilbijartinên li Stenbolê bêûsil in. Bila tu kes nebêje min bi 13-14 hezar dengan hilbijartinê qezenc kir. Mafê tu kesî ji vê yekê re tune ye.”
Erdogan di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir pêvajoya hilbijartinê qedîyaye êdî pêvajoya darazê dest pê kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Patron niha YSK ye. Em dibînin ku hinek sûcên bi organîze hatine kirin.”
Erdogan di dawîya daxuyanîya xwe de derbarê serokwezîrê çeteya terorê ya siyonîst de wiha axivî: “ Temamê karên ku Netanyahu dike li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”(ÎLKHA)